Artêşa Sûriyê bakura rojhilata Laziqiyê xiste bin kontrolê
Artêşa Sûriyê bi operasiyonekê karî deverên bakura rojhilata Lazîqiyê ji bin destê terorîstan derxîne.
Li gor ajansa Sputnîkê ya Rûsyayê, Artêşa Sûriyê bi operasiyonekê karî deverên Çiyayê Kurmînc û derdora Kobanê yên ku dikevin bakura rojhilata Lazîqiyê ji bin destê terorîstên Bereya Turkistanî û Bereya El-Nusre ku Tirkiye piştgiriya wan dike, derxîne.Di encama van operasiyonan de zêde ji 45 terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.
Terorîstên hanê rojên vê dawiyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê deverên hanê dagîr kiribûn.
Herwiha Artêşa Sûriyê li Rîfa bakurî û bakura rojhilatê ya parêzgeha Hesekê jî mijûlî qahêm û bihêzkirina rewşa xwe û çeperên xwe ye daku bikarin rê li ber dagîrkeriyên artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê bigire.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye "Kaniya Xwînê".
Piştî vê êrişê hêzên kurd ên Sûriyê bi navbenkariya Rûsyayê bi dewleta SÛriyê re rêketin bona ku Artêşa Sûriyê sînorê bakur biparêze û kontrol bike.
Li vî halî de çavkaniyên Sûriyê ragihandibûn ku artêşa Amerîkayê bi 55 wesayîtan çek û cebilxanên xwe ji Qamişloyê derxistin û ew şandin Iraqê.
Herwiha duh hat ragihandin ku Hêzeke Amerîkî piştî rêkevtina Rûsya û Tirkiyê yekem car berê xwe da Qamişlo û tê gotin ku pir muhtemel e Amerîka hejmareke serbazên xwe li wî bajarê kurdên Sûriyê bicih bike.