Xwenîşandana Gelê Almanê li dijî desdirêjiya Artêşa Tirkiyê ser Sûriyê
Hezaran kes ji Gelê Almanê duh şemiyê li dijî Dagîrkeriya Artêşa Tirkiyê ya li bakura Sûriyê, xwenîşandaneke girseyî li Berlîna paytexta Almanyayê li dar xistin û ev dagîrkeriya artêşa Tirkiyê şermezar kirin.
Li gor IRNAyê, xelkê Almanyaê li vê xwenîşandana xwe li dijî dewleta Tirkiyê û Erdogan serokomarê vî welatî Slogan avêtin û piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê û kurdên vî welatî diyar kirin.
Xwenîşanderan herwiha dewlata Almanyayê ji ber firotina çekan bo Tirkiyê rexne kirin .
Berî vê yekê jî Saziya"YouGov" ji ajansa nûçeyan a Almanyayê re ankêtek di 25 heta 28’ê Cotmehê de amade kir ku ji sedî 58 xelkê Almanyayê dixwazin dewleta Tirkiyê ji NATO’yê bê derxistin.
Her wiha ji sedî 61 jî dixwazin cezayên aborî li Enqerê werin birîn, tevî ku ji sedî 96 daxwazin firotina çekan ji dewleta Tirkiyê re bê qedexekirin. Almanya ji beriya 2 heftiyan ve çekan nafiroşe dewleta Tirkiyê.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.