Lavrov: Amerîka Meydanên Neftê yên Sûriyê Kontrol dike
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh bal kişand ser xemsariya Amerîkayê derheq şerê li dijî koma terorîst a DAIŞê û got: Amerîka kontrolkirina Meydanên Neftê yên Sûriyê kiriye karê xwe yê sereke.
Li gor Pars Today, Lavrov li hevpeyvîna bi televîziyona Rusia 24 re anî zimzn ku Amerîka bi qaçaxî nifta Sûriyê ji vî welatî dertêxe û got: Waşîngton bi bihaya nifta Sûriyê xerca komên çekdar yên hevpeymanê xwe dide.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê herwiha got: Amerîka nahêle dewleta Rûsyayê meydanên nefta xwe kontrol bike.
Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî duh got ku Waşîngton bi awayekî neqanûnî nefta bakura rojhilata Sûriyê difiroşe û mehê 30 milyon dolaran pere qezenc dike.
Berî viya jî hin rapor balav bûbûn kyu Amerîka li qaçaxa nefta Sûriyê hevkariya DAIŞê dike, dema ku hîn erdên Sûriyê li bin destê vê koma terorîst bûn.