Lihevkirina endamên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309901-lihevkirina_endamên_komîteya_destûra_bingehîn_a_sûrîyê
Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de got: Endamên Komîteya Destûra Bingehîn têkildarî destûrkarê û pêkhateya desteya amadeker a wê qanûnê liser hin babetan lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2019 04:21 Asia/Tehran
  • Lihevkirina endamên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê

Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de got: Endamên Komîteya Destûra Bingehîn têkildarî destûrkarê û pêkhateya desteya amadeker a wê qanûnê liser hin babetan lihev kirin.

Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de Geir Pederson li koma nûçegîhanan amajeyî vê yekê kir ku hemî 150 endamên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûrîyê têkildarî destûrkara wê komîteyê hevdeng in û dîyar kir: Karê wê komîteyê gellekî baş pêşda çûye.

Yekem civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê roja Çarşem 30`yê Cotmehê bi çavdêrîya NY, pişkdarîya hemî 150 endamên wê komîteyê û amadebûna Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de Geir Pederson li Jênêva Swîsê hat lidarxistin. 

Fikra pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê cara yekem di civîna Kongira Gotûbêja Netewî ya Sûrîyê de hat hilêxistinê.