MSD: HSD amade ye tevlî Artêşa Sûrîyê bibe
Liqa siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amade ne gor rêketina tev dewleta Şamê tevlî Artêşa Sûriyê bibin.
Seroka Komîteya Cîbicîker a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Êlham Ehmedê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev ajansa nûçan a Sputnîka Rûsiyayê got: Meseleya tevlîbûna hêzên HSD nav artêşa Sûriyê li rojek yan du rojan cîbicî nabe belkî pêwîst e ku gotûbêj tev dewleta Şamê bêne kirin û Kurd jibo vê yekê amade ne.
Hêzên HSD`ê roja çarşemiyê vexwendina dewleta Şamê bona ku ew tevlî artêşa Sûriyê bibin, qebûl nekirin.
Êlham Ehmed li vê barê ragihand ku li daxûyaniya sêşemiya bihurî ya wezareta berevaniya Sûriyê, hêzên kurd wekî ``sûckar`` hatibûn binavkirinê loma HSD`ê jî ev vexwendina qebûl nekir.
Wezareta berevaniya Sûriyê li daxûyaniya xwe ji hêzên HSD`ê xwestibû bona sekinîna li hemberî destdirêjiya Tirkiyê, tevlî artêşa Sûriyê bibin.
Tirkiyê 9 Cotmehê bi mihaneya xebata dijî terorîzmê êrişî ser bakûra Sûriyê kir lê piştî hefteyek ji ber agirbesa di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê, ev êrişa Tirkiyê ya ser axa Sûriyê bi curekî berwext hatiye rawestandin.