Serokomarê Sûrîyê: Lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê demkî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309866-serokomarê_sûrîyê_lihevkirina_Ûrsêt_û_tirkîyê_demkî_ye
Serokomarê Sûrîyê lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê ya li Soçîyê derbarê çareserkirina qeyrana li bakura rojhilata Sûrîyê de demkî zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2019 04:34 Asia/Tehran
  • Serokomarê Sûrîyê: Lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê demkî ye

Serokomarê Sûrîyê lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê ya li Soçîyê derbarê çareserkirina qeyrana li bakura rojhilata Sûrîyê de demkî zanî.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed got: Rêketinameya di navbera Ûrsêt û Tirkîyê ya li Soçîyê de hat wajokirinê, rêketinameyeke demkî û jibo kontrolkirina timakarîyên Tirkîyê, girtina rêya amerîkîyan û neyarîya himberî plana Almanê ya damezirandina Navça Aram a Navnetewî (li ser sînorê Sûrîye û Tirkîyê) ye.

Serokomarê Sûrîyê herwiha got: Heke pêngavên sîyasî bi şêwazên curbicur bi kêr neyên, bijareya şêrr dê bikeve destpûrkarê de û hîç bijareyeke din tineye.

Esed pêgirî kir: Azadkirina berebere ya Idlibê bi zûtirkê û piştî jinavçûna hemî derfetên sîyasî li bakura Sûrîyê dê pêk bê.

Serokomarê Sûrîyê wek berteka himberî hevdîtina ihtimalî ya digel Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan de jî got: Heke hevdîtineke bi vî rengî encamek hebe û berjewendîyên Sûrîyê dabîn bike, dê kelecan bandorê li vê yekê neke.

Bişar Esed herwiha bi gotina vê yekê ku heke encama civînên Komîteya Hilkolandina Destûra Bingehîn anegorî berjewendîyên netewî yên Sûrîyê be dê bê qebûlkirinê, dîyar kir: Heke tenê xaleke wê komîteyê berovajî berjewendîyên netewî yên Sûrîyê be dê neyê qebûlkirinê.

Serokomarê Sûrîyê derbarê propagandên Amerîkayê piştî kuştina serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê de jî got: Şam nizane ka opêrasyona kuştina serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî pêk hatîye yan na.

Serokomarê Sûrîyê di dawîyê de got: Sênaryoya nû ya Amerîkayê derbarê kuştina Bexdadî de, pişkeke fêlbazîya Amerîkayê ye, çinku Bexdadî di girtîgehên Amerîkayê de bû.