HSD pêşniyara Şamê ya tevlîbûna li artêşa Sûriyê red kir
Hêzên Sûriya Demokratîk( HSD) pêşniayar Şamê bona tevlîbûna li artêşa Sûriyê bona rawestana li ber êrişên Tirkiyê qebûl nekirin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê Ajansa nûçan a Almanê, hêzên HSD raghandin ku beriya pêkhatina hevhatineke siaysî ku têde cih û şûna van hêzana bi fermî bê naskirinê û wê biparêze, nikarin tevlî artêşa Sûriyê bibin. Wan her wiha raghandin ku bona ku ev yeka serê xwe bigre, hevceyî ni plan û bernameyekê bo avedankirina artêşa Sûriyê heye.
Hikûmeta navendî ya Sûriyê roja çarşemiyê 30 Cotmehê ji hêzên kurd xwestibû ku tevlî artêaş vî welatî bibin. Lê hêzên kurd ev pêşniyara qebûl nekirin.
Li daxûyaniya Wezareta Berevaniya Sûriyê ku ji aliyê SANA News`ê ve hat weşandin, hatiye: Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar amadeyî pêşewzaiya ji van endamên HSD ye ku dixwezin tevlî refên artêşê bibin. Vê daxûyaniyê bala xwe daye ser êrişa Tirkiyê û diyar kiriye niha sûrî hemî ji wan kêmîna kurd bi dijminekî re rûbirû bûne.
Wezareta Karên Hundir a Sûriyê jî li daxûyaniyeke cuda ji hêzên ewlehîyê yên Kurd nasyar bi Asayişê xwestibû ku tevlî polîsê Sûriyê bibin.