Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD: Tirkîyê dil tineye êrişên ser Kurdên Sûrîyê rawestîne
Çirî 31, 2019 13:43 Asia/Tehran
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD amajeyî dewama êrişên Tirkîyê ser çeperên hêzên Kurd ên sûrî kir û ragihand: Tirkîyê dil tineye êrişên ser Kurdên Sûrîyê rawestîne.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD Mistefa Balî di axavtinekê de amajeyî dewama êrişên Tirkîyê ser çeperên hêzên Kurd ên sûrî kir û got: Tevî ku çeperên HSD li Til Temirê radestî hêzên Artêşa Sûrîyê hatine kirinê, gundên Tirbesipî û Til Temirê li ber bombebarana berfire ya hêzên Tirkîyê da ne.
Mistefa Balî herwiha got: Aşkira ye ku Tirkîyê dil tineye êrişên xwe bi dawî bîne. Ûrsêt û Amerîkayê berpirsê rijandina xwîna tê rijandinê û rewşa bi hezaran welatîyan in ku malên xwe diterikînin û ji herêmê direvin.