Li Efrînê teqînek qewimî, 39 kuştî û birîndar hene
Çirî 31, 2019 11:59 Asia/Tehran
Di encama teqîna trimbêleke bombekirî li bajarê Efrîna Sûriyê de ku di bin kontrola hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora televîzyona El-Meyadînê, vê sibê trimbêleka bombekirî li meydana El-Halê li navenda bajarê Efrînê Helebê hat teqandin. Di encama vê teqînê de, 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.
Li encama vê teqîna giran bazar û avahiyên derdorê agir girtin. Lê hêzên gîhandina alîkariyê û ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûne.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê nedaye istûyê xwe.
Bajarên bakurê Helebê ku di kontrola terorîstên neyar de ne, şehedê teqînên berdewam in.