Di navbera Artêşa Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê de şerekî giran derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309837-di_navbera_artêşa_sûrîyê_û_artêşa_tirkîyê_de_şerekî_giran_derket
Di navbera Artêşa Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê li derdora Serêkanîyê de de şerekî giran derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 04:32 Asia/Tehran
  • Di navbera Artêşa Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê de şerekî giran derket

Di navbera Artêşa Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê li derdora Serêkanîyê de de şerekî giran derket.

Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand ku di navbera hêzên Artêşa Sûrîyê û hêzên Artêşa Tirkîyê li derdora Serêkanîyê li navça ku Enqerê dil heye qaşo Navça Aram lê damezirîne de de pevçûnên giran diqewimin. 

Nûçegîhanê SANA NEWS`ê li Hesekê jî ragihand ku kirêgirtîyên Tirkîyê li Enîq Hewayê li gundê Til Werdê li derdora başûra rojhilata Serêkanîyê malên xelê dan ber topan.

Ligorî vê raporê, hejmareke zêde ya niştecihên derdora Til Temirê di encama dagirkerîya Tirkîyê de aware bûne û hêzên Artêşa Tirkîyê û kirêgirtîyên bi wan re gundên Mehmûdîye û Dirboyê li derdora Serêkanîyê dagir kirin.

Nûçegîhanê SANA NEWS`ê herwiha ragihand ku hevgavê êrişên bi topan ên Tirkîyê ser taxên Serêkanîyê, hêzên Artêşa Tkrkîyê êrişeke berfire li devera Ebû Rasîn ser bi Serêkanîyê destpê kirine.

Wî herwiha got ku HSD li Til Temirê jibo şaşkirina balafirên cengê yên Tirkîyê agir berdane hin bermîlên niftê.