Lavrov: "Mayîna Emerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye"
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, hebûna Emerîka û endamên din ên hevalbendiya bi serkirdetiya vî welatî li Sûriyê neqanûnî da zanîn.
Li gorî rapora Ajansa nûçana Tasê, Sergeyî Lavrov, roja Sêşemiyê piştî civîna wezîrên karên derve yên Rûsiye, Îran û Tirkiyê wek welatên garantorê Pêvajoya Astanê hevgavê civîna komîta qanûna bingehîn a Sûriyê li Jinêvê got: "Mayîna Emerîka û endamn din ên hevalêbendiya bin fermana vî welatî li Sûriyê neqanûnî ye û kiryarên wan li dijî qanûnêîn navneteweyî ne."
Lavrov got: "Parastina bîrên niftê yên Sûriyê li hember koma terorîstî ya DAIŞê pînekirina bicihbûna Emerîkayê li Sûriyê ye."
Lavrov di eynî demê de teqez kir: "Mayîna eskerên Rûsiye û Îranê li Sûriyê ser dewet û îzna fermî ya Şamê ye."
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha raghand: "Hevhatinên Sûçiyê li bara Idlibê û sînorê Tirkiyê û Sûriyê ji aliyê Şam û şexsê Beşar Esed serokkomarê Sûriyê û her wiha kurdên vî welatî hatiye piştrastkirin."
Artêşa Sûriyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya eskerî ya Rûsiyê karî ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê işkest bide.
Rayedarên Sûriyê her tim teqez kirine ku hizûra eskerî ya Emerîkayê li welatê hanê bêyî îzna Şamê ye û weke dagirkeriya bi armanca talankirina çavkaniyên Sûriyê tê hesabê.