NY: Bila agirbes li bakura Sûrîyê were dirêjkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309782-ny_bila_agirbes_li_bakura_sûrîyê_were_dirêjkirinê
Nunerê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê de xwest ku agirbes li bakura Sûrîyê were dirêjkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2019 06:04 Asia/Tehran
  • NY: Bila agirbes li bakura Sûrîyê were dirêjkirinê

Nunerê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê de xwest ku agirbes li bakura Sûrîyê were dirêjkirinê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Nunerê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê de Giyer Pederson pêgirî ser dirêjkirina agirbesa li bakura rojhilata Sûrîyê kir û got: Em hewil didin demajoyeke sîyasî bi merema kutakirina şerê heştsalî li Sûrîyê pêşde bibin.

Wî herwiha got ku rojekê berî civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê, yê bi Wezîrên Karên Derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê re ku gişk akterên girîng di şerê li Sûrîyê da ne ra li Jênêvê bicive.

Nunerê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê de got: Em ser vê bawerê ne ku dewama şêrr belge û hegerek din têkildarî girîngîya destpêkirina demajoyeke sîyasî ya ciddî ye ku bikare alîkarîyê bide çareserkirina pirsgirêkan li hemî Sûrîyê ji wan li bakura rojhilata vî welatî û bi awayekî kivş li Idlibê.

Biryar e ku Wezîrên karên Derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di rewşekê da li Jênêvê bicivin ku agirbes berî civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê ku wê di roja Çarşemê di bin piştgirîya NY de were lidaxistinê, bi dawî bibe.

Nunerê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê de herwiha got: Civîna Komîteya Destûra Bingehîn bi piştgirîya zilhêzên ku pişta her du alîyên sûrî digirin, yekem lihevkirina sîyasî ya dewleta Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed û neyarên hikûmeta wî welatî ye.

Ew komîteya weke kilîda zemînesazîya jibo çaksazîyên sîyasî û lidarxistina hilbijartina dadperwerane di bin çavdêrîya NY li Sûrîyê de tê zanîn, welatê ku di encama şerê heştsalî de bi sedan hezar welatîyên wî hatine kuştinê û bi milyonan kes jî aware bûn.