HSDê qebûl kir ku ji sînorên Tirkiyê paşde vekişe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309737-hsdê_qebûl_kir_ku_ji_sînorên_tirkiyê_paşde_vekişe
Hêzên Sûriya Sûriya Demokratîk (HSD) li daxûyaniyekê raghand ku li çarçoveya hevhatina Sûçiyê navbera Tirkiyê û Rûsiyê û bona girtina pêşiya xwînrêjiya zêdetir ji aliyê artêşa dagîrker a Tirkiyê qebûl dike ji sînorên Tirkiyê paşde vekişe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2019 13:58 Asia/Tehran
  • HSDê qebûl kir ku ji sînorên Tirkiyê paşde vekişe

Hêzên Sûriya Sûriya Demokratîk (HSD) li daxûyaniyekê raghand ku li çarçoveya hevhatina Sûçiyê navbera Tirkiyê û Rûsiyê û bona girtina pêşiya xwînrêjiya zêdetir ji aliyê artêşa dagîrker a Tirkiyê qebûl dike ji sînorên Tirkiyê paşde vekişe.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, HSDê ku piştî hevhatina Sûrçiyê navbera Tirkiyê û Rûsiyê derheq vekişyana 32 km ya hêzên vê komê ji sînorên Tirkiyê helwêsta xwe raneghandibû û  gotibû ku divê zêdetir ser vê meselê lêkolînê bike, îro li daxûyaniyekê got ku vê hevhatinê û vekişandina  hêzên xwe qebûl dike. 

 Li daxûyaniya artêşa Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye: Piştî şêwirînên zav bi aliyê rûsî re, HSDê gihêştiye vê encamê ku bona girtina pêşiya xwînrêjiya zêdetir û kuştina kesên bêguneh ji aliyê Artêşa dagîrker a Tirkiyê, hêzên xwe li gor hevhatina  Sûçiyê ji sînorê Tirkiyê dûr bike ku hêzên garda sînorî yên dewleta navendî dewsa wan bi cih bibin. 

HSDê teqez kiriye ku li bendê ye Rûsiye berpirsiyariyên xwe li hember gelê bakurê Sûriyê û bi taybet kurdan cih bîne. 

 Tê gotin vekişyana HSDê ji çend sietan berî niha ve destpê bûye.