Komîta qanûna bingehîn a Sûriyê çarşemiyê karê xwe destpê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309735-komîta_qanûna_bingehîn_a_sûriyê_çarşemiyê_karê_xwe_destpê_dike
Çavkaniyên medyayî ya Sûriyê raghandin ku yekim civînên komîta qanûna bingehîn a Sûriyê roja çarşemê tê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2019 13:11 Asia/Tehran
  •  Komîta qanûna bingehîn a Sûriyê çarşemiyê karê xwe destpê dike

Çavkaniyên medyayî ya Sûriyê raghandin ku yekim civînên komîta qanûna bingehîn a Sûriyê roja çarşemê tê lidarxistin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, li gor nivîsîna rojnama  El-Weten a Sûriyê li gor daxûyaniya hatî weşandinê ji aliyê Giyêr Pêdêrson, nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê sê taximên beşdarê komîta qanûna bingehîna Sûriyê ji roja duşemiyê dê derbasî Jinêvê bibin û ev komîteya roja çarşemiyê xebata xwe dê destpê bike. 

 Rojnama El-Wetenê  pê hesiya ku sê taximên ku ji aliyê dewletê, dijberan û civaka sivîl ve piştgirî didbin, heta şemiya tê li sê hotêlên cuda li Jinêvê bimînin. Pişt re Pêdêrson dê ji komîteyên biçûk ku 15 endaman ji her taximê digrin ber xwe, daxwaz bike ku bo heftiyeke din jî li Jinêvê bimînin. 

Li gor nivîsa vê rojnamê, dema destpêbûna vê komîteyê, piştî hevhatina li bara beşdarînakirina tu taximeke nefermî ya Sûriyê li civînan,  piştrsatbûna ji lidarxistina civînên sûrî-sûrî bêyî mudaxila biyaniyan û rênimûniya karûbaran bi tnê ji aliyê nunerê taybet ê NY hat raghandin. 

Hin çavkanî li Jinêvê li gotûbêja bi rojnama El-Wetenê re destnîşan kir: Hîn tu hevhatinek li bara pêvajoya lidarxistina civînan hasil nebûye lê du pêşniyar di rojevê de ne: Pêşniyara ewilî, derheq lidarxistina civînên komîta biçûk bo heftiyekê û pêşniyar dudiyan derheq lidarxistian van civînan bo mideha du heftiayn li dû hev e. 

 Civîna  van taximan bi mazûvaniya Swîsrayê û li avahiya NY li Jinêvê were lidarxistin.