Ebûbekr Bexdadî bi hevkariya kurdan û Emerîkayê hat kuştin
Rayedarên kurd ên Sûriyê dibêjin: Ebûbekir Bexdadî serokê DAIŞ`ê li operasyona hevpar a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên emerîkî hatiye kuştin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, helwêsta rayedarên kurd ên Sûriyê piştî weşandina nûça kuştina Ebûbekir Bexdadî serokê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê nîşan dide ku ew li operasyona hevpar a HSDê û eskerên emerîkî hatiye kuştin.
Hûrgiliyên vê hevkariyê hîn kivş nîne, lê Mezlûm Kobanî fermandê giştî yê HSD li peyameke twîtterî de nivîsî: Operasyoneka serketî û dîrokî li encama karekî hevpar a îstixbaratî bi Emerîkayê re.
Di eynî demê de Polat Can, şêwirmendê pilebilind ê artêşa Demokratîk jî di twîterê nivîsî: Operasyoneke serketî ya dîrokî li encama hevkariya îstixbaratî navbera hêzên me û Emerîkayê gihêşt encamê.
Pêştir medyan ji zarê rayedarên emerîkî raghandibûn ku Bexdadî li gundekê nêzîkî sînorê Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê di encama êrişa eskerên emerîkî de hatiye kuştin.
Mustefa Balî berdevkê HSDê jî li peyameke twîtterî vê operasyonê belgeyeke din bona nîşandayîna şiyana li dijî terorê ya HSDê da zanîn û got: Emê hevkariya xwe bi şirîkên xwe re li hevalbendiya navneteweyî bona rawestana li ber DAIŞ`ê bidomînin.