Hêzên Artêşa Sûriyê derbasî gundên Serê Kaniyê bûn
Di çarçoveya rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel hikûmeta Sûriyê, hêzên artêşa Sûriyê li gelek deverên sînor ên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bicîh bûn. Îro hêzên hikûmetê careke din li 8 gundên ser bi Til Temir û Serê Kaniyê bicîh bûn.
Li gor medyaya fermî ya Sûriyê, îro hêzên hikûmeta Sûriyê li gundên Qasimiye, Reşîdiye, Dawidiye, Ezîziye, Sîbatiyê, Cemîliye, Xirbet Dibis û Zuhre yên navbera Til Temir û Serê Kaniyê belav bûne.
Di heman nûçeyê de hate gotin ku pêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyê heta sînorê ligel Tirkiyê berdewam be.
Piştî destpêkirina êrişa dagîrkeriyê ya Tirkiyê û grûpên çekdar ên Opozisyona Sûriyê pêkhatî ji komên cîhadîst û terorîst ser herêmên kurdî li Sûriyê û bakurê rojhilatê vî welatî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê li hev kiribûn ku artêşa Sûriyê li ser sînorê herêmên kurdî li Sûriyê û bakurê rojhilatê vî welatî belav bibe daku rêgiriyê li êrişên dagîrkeriyê yên Tirkiyê bike û sînoran biparêze.