Mezlûm Kobanî: Em jî beşdarî operasiyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309726-mezlûm_kobanî_em_jî_beşdarî_operasiyona_kuştina_ebûbekir_bexdadî_bûn
Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand, ew jî beşdarî operasiyona kuştina xelîfê koma terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2019 09:39 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Em jî beşdarî operasiyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûn

Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand, ew jî beşdarî operasiyona kuştina xelîfê koma terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bûne.

Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî qasekî beriya niha li ser rûpela xwe ya twitterê ragihand, ew jî beşdarî operasiyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûne.

Mezlûm Kobanî li ser wê operasiyonê wiha gotiye: “Operasiyoneka dîrokî û serkeftî bû ku di encama karekî îstixbaratî yê hevbeş de bi Amerîkayê re pêk hat.”

Îro danê sibê medyaya Amerîkî dabû zanîn ku Ebûbekir Bexdadî li gundekî bajarê Idlib yê bakura Rojavaya Sûriyê û di encama operasiyoneke taybet a hêzên Amerîkî de hatiye kuştin.

Iraqê jî ragihandiye, îstixbarata vî welatî cihê Ebûbekir Bexdadî deşîfre kiriye paşê Amerîkayê operasiyon daye destpêkirin.

Heta niha Amerîkayê bi fermî tiştek li ser kuştina Ebûbekir Bexdadî negotiye.