Newsweek: Ebûbekir Bexdadî hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309724-newsweek_ebûbekir_bexdadî_hat_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji Koşka Spî re ‎ragihandiye ku di operasyoneke gelekî taybet a Amerîkayê de li Idlibê ku ketiye bakura Rojavaya Sûriyê, serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2019 07:47 Asia/Tehran
  • Newsweek: Ebûbekir Bexdadî hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji Koşka Spî re ‎ragihandiye ku di operasyoneke gelekî taybet a Amerîkayê de li Idlibê ku ketiye bakura Rojavaya Sûriyê, serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.

Çavkaniyên medyayê ji wan heftenameya Newsweekê ragihandin, hefteya derbasbûyî serokomarê Amerîkayê Donald Trump îmze li ser pêkanîna operasyoneke gelekî ‎taybet kiriye, yekîneyeke taybet a Amerîkayê di operasyoneke taybet de, bi ser wî cihî de girtine ku ‎Bexdadî û jin û zarokên wî têde bûn. Navê cih Barîşa ye li parêzgeha Idlibê, li ser sînorê navbera Sûriye ‎û Tirkiyê 5 kîlometre dûrî bajarê Hatayê yê Tirkiyê.‎

Piştî nûçeya Newsweekê, Trump jî ‎di Twittekê de nivîsiye: “Her niha tiştekî gelekî mezin qewîmî.” Gumana wê yekê ji Twîtta Trump tê ‎kirin ku bi kuştina Bexdadî ve girêdayî be.‎

Li gor çavkaniyan, operasyon bi helîkopterê hatiye kirin û dema hêza taybet a Amerîkayê digihin mala ‎Bexdadî, hinekî şer derdikeve û piştre bi gotina wan çavkaniyan, Bexdadî û herdu jinên wî tên kuştin. ‎Hinek çavkanî jî îdia dikin ku berî Bexdadî were girtin, xwe diteqîne.‎

Ebûbekir Bexdayî sala 2014 bo cara yekem li Mûsilê ragihand ku hikûmeta xelafetî damezirandiye û cara dawiyê peyama wî ya dengdar li Tebaxa 2019 hat bihîstin.

Ragihandina kuştina Bexdadî di demekê de ye, Trump li nav welatê xwe rûbirûyê du zext û guşarên mezin bûye, ‎biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmên kurdî yên bakura Sûriyê ku rexneyên dijwar ên Kongresê bi pey ‎xwe anîn û herwiha guşara Kongresê ya lêpirsîna derbarê Trump de li ser peywendiya ligel Serokê ‎Ukraynayê.‎

Hêjayî gotinê ye Koma Terorîst a DAIŞê bi saya alîkariyên malî û leşkerî yên Amerîka, Tirkiye, Erebistan, Qeter û Rejîma Siyonîstî karî beşeke mezin ji Iraq û Sûriyê dagîr bike ku aqubet du welatên hanê bi alîkariya Îran û Rûsyayê ev koma terorîst têk birin û ew ji axên xwe derxistin.