Têrorîstên ser bi Tirkiyê ve endamên tîmeke tenduristiyê li Serêkanîyê kuştin
Têrorîstên ser bi Tirkiyê 3 endamên tîmeke tenduristiyê li Serêkanîyê kuştin.
Li gor zanyariyan têrorîstên Ehrar el-Şerqiyê ku Tirkiye pişta wan digire, di dewama girtin, revandin, işkencekirin û kuştina sivîlan de, 3 endamên tîmeke tenduristiyê li Serêkanîyê kuştin.
Ligorî rapora mêdyayên xwecî ji Kobaniyê ew tîm ji 3 karmendên nexweşxaneya Girê Spî pêk dihat. Dema ew tîm bi ambûlansekê diçû başûrê Girê Spî ji bo rakirina birîndaran, têrorîstên Ehrar el-Şerqiye ambûlansa wan kirine armanc.
Ligorî raporan, ew her sê endamên tîma tenduristiyê ji aliyê grûpên têrorîst ve tên girtin, piştre tên îşkencekirin û kuştinê, paşê jî bêrêzî li meytên wan tê kirin.
Di rojên şêrr da jî balafirên cengê yên Tirkîyê ambolansên Heyva Sor a Kurd dikirin armanc û rê nedidan ew hawara birîndaran da herin û wan veguhêzin. Ligorî rapora Heyva Sor a Kurd, heta nika nêzîkî 10 kadrên pizişkî yên wê dezgehê hatine kuştinê.