Têrorîstên ser bi Tirkiyê mal û milkê Kurdan li Serêkanîyê talan dikin
Li Sêrê Kaniyê piştî vekişîna hêzên Kurd û derbasbûna têrorîstên ser bi Tirkiyê talankirina mal û milkên Kurdan dest pê kiriye û ew têrorîstana mal û milkên welatiyên Kurd talan dikin û herwiha malên Kurdan zevt dikin. Dayra Rêveberiya Xweser a bakura Sûrîyê jî ragihand ku wan babetana bibelge raberî Dadgeha Navnetewî Civata Ewlehîyê ya NY dike.
Ligorî raporên mêdyayên xwecî, bilî bêrêziya li termên şervan û xelkê sivîl û binpêkirinên mafên mirovan, têrorîstên ser bi Tirkîyê li taxên Dîwan û Mihette yên Serêkanîyê dest bi ser mal û milkê Kurdan de digirin, talan dikin û dişewitînin.
Ji hêla din ve, Dayra Rêveberiya Xweser a bakura Sûrîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku ew dê wan suc û binpêkirinan raberî Dadgeha Navdewletî, Civata Ewlehîyê ya NY û hemû dezgehên din ên navdewletî bike.
Dayra Rêveberiya Xweser a bakura Sûrîyê di daxûyanîya xwe da Tirkîyê berpirsê wan revandin, işkencekirin, kuştin û talankerîyana dizane.
Di dewama daxûyanîya Dayra Rêveberiya Xweser a bakura Sûrîyê de hatîye ku ew dayra hewil dide raporekê di vî warî de raberî Dadgeha Edaletê ya Navdewletî, Yekitîya Ereban, Yekîtiya Ewropayê û Encûmena Civata Ewlehîyê ya NY bike.