Parlamana Ewropayê: Divê Tirkiye bê cezakirinê û hêzên xwe ji bakura Sûrîyê vekişîne
Parlimana Ewropayê daxwaz kir ku ji ber êrîşa li ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê, Tirkiye bê cezakirin û herwiha navçeyeke aram li bakura Sûrîyê were avakirin.
Parlamentoya Ewropayê îro ser mijara êrişa Tirkiyê ya ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê û herwiha pêşhatên dawîn yên li Sûriyê civiya.
Parlamentoya Ewropayê di wê civînê de daxwaz kir ku li Kurdistana Sûrîyê navçeyeke aram bê avakirin û herwiha hat gotin ku ew rêzê li xebat û têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê digirin.
Parlamentoya Ewropayê herwiha ragihand ku pêwîst e ji ber êrişa bo ser Kurdistana Sûrîyê siza ser Tirkiyê de bên sepandin û Tirkiye ji Yekîtiya Gumruka Ewropayê bê derxistin.
Parlamentoya Ewropayê diyar jî kiriye ku Tirkiyê li deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê mafên mirovan binpê kirine û ji ber êrişên Tirkiyê 300 hezar kes koçber bûne.
Di civînê de Parlamentoya Ewropayê ragihandiye ku divê vîze bi wan berpirsên tirk re neyê dayîn ku mafên mirovan binpê kirine û daxwaz ji Tirkiyê hatiye kirin ku hêzên xwe ji Kurdistana Sûrîyê derîne.