Ji ber êrişa Tirkiyê hejmareke gundên Krîstiyan û Êzidiyan vala bûn
Çirî 24, 2019 14:39 Asia/Tehran
Êrişa Tirkiyê ser bakura Sûrîyê ku di 9ê Cotmehê hatibû destpêkirin, bû sedema valakirina çend gundên Krîstiyan û Kurdên Êzidî yên li wê deverê.
Ligorî rapora mêdyayên xwecî, gundê Telxatûn ku dikeve ser sînorê Sûrîye û Tirkîyê ser bi navçeya Dirbespiyê ve ye û piraniya niştecihên wî, Kurdên Êzidî ne, ji ber êrişa Tirkiyê vala bûye û tenê beşeke kêm di nav gund de mane.
Bi gotina xelkê wî gundî beşek ji niştecihên wan gundan, Kurdên Êzidî yê ji Efrînê bûn ku pêştir ji ber êrişên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê reviyabûn.
Xelkê gund ji ber tirsa bombebaran û topbaranên Tirkiyê û êrişên çekdaran, gundê xwe vala dikin.
Ligorî rapora Neteweyên Yekbûyî 160 hezar sivîl ji wan 80 hezar zarok bi giştî ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne.