HSD ji çend deveran vekişîya
Zêrevana Mafên Mirovan a Suriyê ragehand: HSD dest bi vekişandina hêzên xwe ji çend xalên di navbera Dirbêsîyê û Amûde de li gundên derdora parêzgeha Hesekeyê kir.
Zêrevana Mafên Mirovan a Suriyê ragehand ku bi dû lihevkirina Serokomarên Rûsîye û Tirkîyê li Soçîyê, HSD dest bi vekişandina hêzên xwe ji çend xalên di navbera Dirbêsîyê û Amûde li gundên derdora parêzgeha Hesekeyê de kir.
Zêrevana Mafên Mirovan a Suriyê amaje bi wê yekê jî kirîye ku şeva buhurî di navbera HSD û girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Eyîn Îsa û gundên Tel Temirê de şer derket.
Ligorî lihevkirina Pûtîn û Erdogîn, divê hêzên HSD mideha 150 sietan de 30 kîlomêtran ji sînorê Sûrîye û Tirkîyê vekişin û hêzên Polîsê Leşkerî yên Rûsya û hêzên Parastina Sînor ên Sûriyê li ser sînor bi cih bibin.