Civîna çapemenîyê ya hevpar a Pûtîn-Erdogan têkildarî alûgurên bakura rojhilata Sûrîyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309601-civîna_çapemenîyê_ya_hevpar_a_pûtîn_erdogan_têkildarî_alûgurên_bakura_rojhilata_sûrîyê_da
Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn û Serokomarê Tkrkîyê Receb Teyîb Erdogan piştî gotûbêjeke demdirêj di civîneke çapemenîyê de nêrînên xwe derbarê alûgurên vê dawîyê yên bakura rojhilata Sûrîyê û êrişa Tirkîyê ser wê deverê de ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2019 07:27 Asia/Tehran
  • Civîna çapemenîyê ya hevpar a Pûtîn-Erdogan têkildarî alûgurên bakura rojhilata Sûrîyê da

Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn û Serokomarê Tkrkîyê Receb Teyîb Erdogan piştî gotûbêjeke demdirêj di civîneke çapemenîyê de nêrînên xwe derbarê alûgurên vê dawîyê yên bakura rojhilata Sûrîyê û êrişa Tirkîyê ser wê deverê de ragihandin.

Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn di wê civîna çapemenîyê de got: ''Em îro jibo muzakireya derbarê rewşa komara ereb a Sûrîyê û rewşa vî welatî û devera Firatê û seratir ji wê de civîyan. Birêz Erdogan hin agahî derbarê opêrasyona Artêşa Tirkîyê li Sûrîyê raber kirin. Me çend caran ragihandîye ku em kiryarên Tirkîyê jibo dabînkirina ewlehîya netewî ya wî welatî fem dikin. Em dilgiranîyên Tirkîyê têdigihejin.''

Wî herwiha got:'' Mercê sereke yê mayinde li Sûrîyê rêzgirtina li yekperçetîya axê û serwerîya wî welatî ye. Istiqrar û aştîya herêmê dê tirk û sûrî dabîn bikin. Divê di navbera dewleta navendî ya Sûrîyê û kurdan li bakura rojhilata vî welatî de muzakireyên berfire destpê bibin. Mafên gel li welatekî çendetnîkî weke Sûrîyê ku Kurdan jî digie ber xe, tenê dikare bi vê rêyê were dabînkirinê. Penaberên sûrî divê bizvirin welatê xwe. Ev yeka divê bêyî cihêrengî, xereza sîyasî û pêşdadwerîyê were kirinê.''

Serokomarê Tkrkîyê Receb Teyîb Erdogan jî di wê civîna çapemenîyê de got:''Me digel birêz Pûtîn jibo dabînkirina ewlehî, aştî û aramîya Sûrîyê çi bi awayê dualî û çi jî di çarçova muzakirên Astanê de pêngavên gellek ciddî rakirine. Me biryarên gellekî girîng ji wan rêketinama Soçîyê wajo kirin. Di 30`yê Cotmehê de jî yê civîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyê were lidarxistinê. Çaverêtîya me ji wê komîteyê vekirina rêya guhertina rastî û berfire li Sûrîyê anegorî daxwazên rewa yên gelê wî welatî ye.''