HSD: Êrişên Tirkîyê didomin, çend çekdar hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309584-hsd_Êrişên_tirkîyê_didomin_çend_çekdar_hatin_kuştinê
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê derbarê rewşa dawîyê li rojhilata Sûrîyê de ragihand ku hêzên Tirkîyê binpêkirina agirbesê didomînin û bi balafirên bêfîrokevan û leşkran êrişî hêzên wan dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2019 15:02 Asia/Tehran
  • HSD: Êrişên Tirkîyê didomin, çend çekdar hatin kuştinê

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê derbarê rewşa dawîyê li rojhilata Sûrîyê de ragihand ku hêzên Tirkîyê binpêkirina agirbesê didomînin û bi balafirên bêfîrokevan û leşkran êrişî hêzên wan dikin.

Di daxûyanîya HSD da hatîye ku li Serêkanîyê Artêşa Tirkîyê li gundên Ebûrasîn, Morkêş, Mişrafe, Menacîrê hewil daye ku bi alîkarîya çeteyên digel xwe pêşda here lê, HSD bersivan dane û êriş bêencam kirine û çend leşker û çete kuştine.

 Li Amûdê jî hêzên Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi wan re hewil dane ku pêşda herin ku di encama berxwedana HSD da 15 çete û leşker hatine kuştinê û tankek jî hatîye rûxandin.

Li Til Temirê jî Artêşa Tirkîyê bi balafiran êrişî çend binkeyên HSD kirîye ku di encamê de şervanekî canê xwe ji dest daye û 3 şervan jî birîndar bûne. 

Li Dirbêsîyê jî firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkîyê xelkê sivîl û çend çeperên HSD kirine armanc ku di encamê de xisara li malên xelkê ketîye û şervanekî jî canê xwe ji dest daye.

HSD derbarê bereya Eyn Îsayê de jî ragihand: Hêzên Artêşa Tirkîyê û çeteyên pê ra êrişî gundên Meşîrfe û Berberîyê kirine lê HSD bersiva êrişê daye ku di encamê de çend çekdar û çete hatin kuştinê û di encama êrişa balafirên Tirkîyê de jî 2 şervanan canê xwe ji dest dan.

HSD bi giştî radigihîne ku wan rê li pêşdaçûna hêzên Artêşa Tkrkîyê û çeteyan girtine û 15 çekdar kuştine, herwiha 2 maşînên leşkerî hatine rûxandin û 7 şervanan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.