Berdevkê HSD: Pêşbînî tê kirin ku Tirkiye êrîşa xwe bidomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309581-berdevkê_hsd_pêşbînî_tê_kirin_ku_tirkiye_êrîşa_xwe_bidomîne
Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Kino Gabriel di axaftinekê da tevî amajeya bi bidawîbûna agirbesa demkî ya pênc rojî got: Pêşbînî tê kirin ku Tirkiye êrîşên xwe bidomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2019 14:47 Asia/Tehran
  • Berdevkê HSD: Pêşbînî tê kirin ku Tirkiye êrîşa xwe bidomîne

Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Kino Gabriel di axaftinekê da tevî amajeya bi bidawîbûna agirbesa demkî ya pênc rojî got: Pêşbînî tê kirin ku Tirkiye êrîşên xwe bidomîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Kino Gabriel di axaftinekê da tevî amajeya bi tevlîbûn an tevlînebûna HSDê nav artêşa Sûriyê ku van rojan bi giranî bûye mijara behsa di warê alûgorên qeyrana Sûriyê da, got: Hîn tiştekî diyar di vî warî da tuneye. Di gotûbêjên ku dê pêk were, dê were diyarkiirn. Niha lihevkirin tenê jibo parastina sînoran pêk hatiye. Piştî ku gefên Tirkiyê bi dawî bûn, emê di vî warî da jî biaxivin.

Li gorî rapora KRD Newsê, Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Kino Gabriel di dewamê da tevî amajeya bi bidawîhatina agirbesa demkî ya Tirkiyê ji saet 22:00ê îro 22ê Cotmeha 2019an da got: Em sozdarê agirbesê ne, lê eva ku sibe çi biqewime, em tiştekî pê nizanin. Dewama agirbesê an şikandina wê girêdayî bi liv û tevgerên Tirkiyê ye. Pêşbînî tê kiirn ku Tirkiye dê êrîşên xwe bidomîne. Di axaftin û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê da nîşaneyên dewama êrîşan heye.

Gabriyêl di dewamê da got. Emê pêwendiyên xwe digel Amerîkayê bidomînin. Têkilliya me bi Hevpeymaniya Navneteweyî ra heye. HSD'ê hevpar digel Hevpeymaniya Navneteweyî şerê dijî DAIŞê kir. Jibo ku em DAIŞiyên mayî ji tamî ji nav bibin, gellek kiryar hene ku divê em li bakurê rojhilata Sûriyê pêk bînin. Lihevkirina ku Amerîka û Tirkiyê pêk anîne, tenê navçeya Serî Kanî û Girê Sipî di kûrahiya 32 Kîlomitrî da digire ber xwe.