Sazîya Pizişkên Sînornenas: 5300 awareyên sûrî hawara xwe birine Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309562-sazîya_pizişkên_sînornenas_5300_awareyên_sûrî_hawara_xwe_birine_iraqê
Sazîya Pizişkên Sînornenas di daxûyanîyekê de ragihand ku zêde ji 5300 awareyên sûrî ji ber êrişên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê hawara xwe birine Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2019 04:12 Asia/Tehran
  • Sazîya Pizişkên Sînornenas: 5300 awareyên sûrî hawara xwe birine Iraqê

Sazîya Pizişkên Sînornenas di daxûyanîyekê de ragihand ku zêde ji 5300 awareyên sûrî ji ber êrişên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê hawara xwe birine Iraqê.

Sazîya Pizişkên Sînornenas di wê daxûyanîyê de ragihand ku mideha 6 rojên buhurî de, her roj nêzî 500 kes ku pirranî niştecihên Serêkanî û Qamişloyê ne, derbasî axa Iraqê bûne.

Sazîya Pizişkên Bêsînor berî vîya jî ragihandibû ku pişkeke karên wê sazîyê li bakura Sûrîyê ji ber êrişên Tirkîyê ser wê deverê hatîye sekinandinê.

Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve bi fermana Serokomarê wî welatî Receb Teyîb Erdogan dest bi êrîşa ser bakura Sûrîyê kir û herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û gunderên derdora wan dagir kirin.