Salih Muslim: "Me agirbes qebûl kir ne hemî xalên lihevkirina Amerîka û Tirkîyê "
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309546-salih_muslim_me_agirbes_qebûl_kir_ne_hemî_xalên_lihevkirina_amerîka_û_tirkîyê
Berpirsê Peywendîyên Derve yê PYD got: "Me agirbes qebûl kir ku dîyalog destpê bibe lê di nav xalên lihevkirina Amerîka û Tirkîyê de gellek tişt hene ku em qebûl nakin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2019 13:03 Asia/Tehran
  • Salih Muslim:

Berpirsê Peywendîyên Derve yê PYD got: "Me agirbes qebûl kir ku dîyalog destpê bibe lê di nav xalên lihevkirina Amerîka û Tirkîyê de gellek tişt hene ku em qebûl nakin."

Ligorî rapora Malpera Sibeyê, Berpirsê Peywendîyên Derve yê PYD Salih Muslim amajeyî rewşa bakura Sûrîyê û pêngavên jibo agirbesxê kir û got: "Me agirbes jibo destpêkirina gotûbêjê û civîna jibo lihevkirinê qebûl kir, lê piştî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê gellek tişt di wê lihevkirinê de hene ku em qebûl nakin û gelê me jî wan qebûl nake."

Wî herwiha got: "Me agirbes jibo destpêkirina gotûbêjê qebûl kir lê nika Tirkîye qebûl nake û nehêlaye ku agirbes serê xwe bigire."

Salih Muslim derbarê bikaranîna çekên qedexe ji hêla Tirkîyê li bakura Sûrîyê de jî got: "Belge hene û li hin cihan pizişkan amajeyî wan kirine û hin birîndar jî bo derve hatine şandin jibo ku bê zanîn ka çi cûre çek hatîye bikaranîn ."

Berpirsê Peywendîyên Derve yê PYD bal kişand ser lihevkirina wan û dewleta Şamê jî û got ku lihevkirina me û hikûmetê bo parastina sinûran bû û bilî vê yekê me liser hîç tiştek lihev nekirîye lê, em dikarin têkildarî mijarên sîyasî û heta destûra bingehîn jî lihev bikin.