Hêzên amerîkî ji baregeha herîmezin a li bakura Sûrîyê vekişîyan
Çirî 20, 2019 15:07 Asia/Tehran
Hêzên amerîkî ji baregeha herî mezin a leşkerî li bakura Sûrîyê vekişîyan.
Ligorî rapora Ray Al Yawmê, karwanê leşkerên amerîkî ku ji 70 maşînê leşkerî û zêrêhpûşan pêk dihat, ji baregeha Sirînê li 30 kîlomêtrîya Kobanîyê vekişîya û ji Tiltemirê li parêzgeha Hesekê derbas bû û helekoptêrên amerîkî jî ser serê wî karwanî difirîyan.
Ligorî raporan, baregeha leşkerî ya Sirînê bargeha herîmezin a hêzên amerîkî li bakura Sûrîyê dihat hesêb û eva çaremîn bargeh e ku leşkerên amerîkî mideha 2 hefteyên buhurî de jê vedikişin.
Hêzên amerîkî berî vîya ji bargehên xwe yên li Reqqa û Helebê vekişîyabûn û niha tenê li bargehên xwe li Dêrezor û Hekesê mane.