Mezlûm Kobanî: Amerîka li hember tevahiya qurbaniyên sivîl li bakura Sûriyê berpirsiyar e
Fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dibêje, rêkeftina Tirkiye û Amerîka li ser bakura Sûriyê “mezintirîn pilana qirrkirina etnîkî ye di sedsala 21 de”.
Kanala NBC NEWS a Amerîkayê di raporekê de amajeyî rewşa bakura Sûrîyê piştî vekişîna hêzên amerîkî û ragihandina agirbesê dike û radigihîne: Agirbes hatîye ragihandinê lê Tirkîye hela jî leşkeran û alavên leşkerî derbasî bakura Sûrîyê dike û êrişên dijî Kurdan didomin û Erdogan jî di daxûyanîyên xwe da basa domandina êrişan dike.
Fermandeyê giştî yê HSDê, Mezlûm Kobanî ji televîzyona Amerîkî ya NBC re gotiye, rêkeftina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û cîgirê serokê Amerîka Mike Pence li ser kurdên Sûriyê yên bakura vî welatî “dibe sebeba kuştin û derbiderbûna bi milyonan welatiyên kurd”.
Mezlûm Kobanî her wiha gotiye, li ber çavê hêzên Amerîkî welatiyên kurd tên qirkirin û tên derbiderkirin. Amerîka dikare wê êrişê bide sekinandin ji ber wê jî Amerîka li hember tevahiya qurbaniyên sivîl berpirsiyar e.
Bi gotina wî fermandeyê kurd, rêkeftina han “mezintirîn pilana qirrkirina etnîkî ye di sedsala 21 de”
Di wê rapora NBC NEWS a Amerîkayê de hatîye ku ji ber êriş û bombebaran gellek kesên sivîl hatine kuştinê û hejmareke zêde ya xelkê jî neçar in ku ji tirsa Artêşa Tirkîyê û hêzên DAIŞ`ê terka cî û warên xwe bidin.
Ji hêla din ve Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî berpirsîya vê rewşê xist ustîyê Amerîkayê û got: Amerîka berpirsê hemî rûdanên nika ye ji ber ku me di 5 salên şerê dijî DAIŞ`ê da pêbawerî li Amerîkayê anî, lê niha jînosîd dijî Kurdan tê kirin û heke Amerîkayê bixwasta dikarî pêşîya wê bigirta.
Li gorî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, lazim e kurd di nav 120 saetan de ji bakura Sûriyê derkevin û wê derê teslîmî tirkan bikin