Ramalîn û restorekirina meydanên nift û gazê yên Sûrîyê destpê bû
Serokê Dayra Meydanên Niftê ya Sûrîyê ragihand ku meydanên nift û gazê yên parêzgehên Reqqa, Hema û Humsê hatine azadkirnê û ramalîn û restorekirina wan destpê bû.
Serokê Dayra Meydanên Niftê ya Sûrîyê Elî Ibrahîm got: Hemî binesazîyên meydanên niftê yên Reqqa, Hema û Humsê hatine wêrankirinê lê xisareke kêm li borîyên veguhestina niftê ketîye.
Wî amajeyî vê yekê kir ku sûdwergirtina dubare ji wan meydanên nift û gazê hewcedarê karekî berfire û şirketên mezin e, dîyar kir: Meydanên niftê yên Reqqa, Hema û Humsê di encama êrişên Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ`î bi serkirdetîya Amerîakyê de hatine xirabkirinê.
Serokê Dayra Meydanên Niftê ya Sûrîyê herwiha got: Berî destpêbûna şêrr li Sûrîyê, li meydana niftê ya Al Sewrê ya Reqqayê, di rojê de 6 hezar bermîl nift dihat derxistinê.