Artêşa Sûriyê kete nav Qesra Yelda li parêzgeha Hesekê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309508-artêşa_sûriyê_kete_nav_qesra_yelda_li_parêzgeha_hesekê
Hêzên Artêşa Sûriyê duh ketin nav herêma Qesra Yelda li parêzgeha Hesekê ya bakura rojhilata Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 11:18 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê kete nav Qesra Yelda li parêzgeha Hesekê

Hêzên Artêşa Sûriyê duh ketin nav herêma Qesra Yelda li parêzgeha Hesekê ya bakura rojhilata Sûriyê.

Li gor Pars Today ya Îranê, Li gor lihevkirina navbera dewleta Sûriyê û hêzên kurd ên Sûriyê hêzên dewleta vî welatî derbasî devera Qesra Yelda bûn.

Piştî êrişa dagîrkeriyê ya artêşa Tirkiyê û çeteyên pê re ser kurdên Sûriyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji dewleta Sûriyê xwest ku bila sînorên bakura vî welatî li hemberî êriş û dagîrkeriya tirkan biparêze û rê li ber tevkujiya sivîlan li vê deverê bigire.

Li gor vê lihevkirinê divê hikûmeta Sûriyê gişt sînorê bakura Sûriyê bigire destê xwe.

Rêveberiya Xweser ya kurdan li bakura Sûriyê jî diyar ki, ji bo rawestana li ber dagîrkeriya artêşa tirk û çeteyên pê re, kurdên Sûriyê bi hikûmeta navendî re ku wezîfedar esînorên vî welatî û serweriya wê biparêze, li hev kirine.

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye  "Kaniya Xwînê".

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.