Desteya Tendirûstî: 235 sivîl kuştî û 677 sivîl jî birîndar bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309505-desteya_tendirûstî_235_sivîl_kuştî_û_677_sivîl_jî_birîndar_bûne
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in dorpêçkirî ye û anî ziman ku hejmara birîndarên sivîl gihişt 677’an ya kuştiyan 235 kes ku di nav wan de 22 zarok hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 10:01 Asia/Tehran
  • Desteya Tendirûstî: 235 sivîl kuştî û 677 sivîl jî birîndar bûne

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in dorpêçkirî ye û anî ziman ku hejmara birîndarên sivîl gihişt 677’an ya kuştiyan 235 kes ku di nav wan de 22 zarok hene.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa û Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinana herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm li Hesekê têkildarî bîlançoya kuştî û birîndarên êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagirker civînek çapemeniyê lidarxistin.

Ciwan Mistefa got: "Artêşa Tirkiyê ya dagirker nuqteyên tenduristiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin hedef. Di encamê de ji xizmetê derketin.”

Mistefa wiha domand: "Bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in di nav dorpêçê de ye. Bajar bi temamî hatiye dorpêçkirin. Bi dehan birîndar di nexweşxanê de ne û hejmarek mezin a kuştiyan di bin enqazan de hene."

Ciwan di dawiya axaftina xwe de jimara birîndar û kuştiyan eşkere kir û got: Hejmara birîndaran derdora 677’e, ya kuştiyan jî 235’in û di nav de 22 zarok hene.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm jî got: "Em niha li ber kerastek mirovî rû bi rû mane. Zêdetirî 300 hezar kes li bajarên ser sînor di nav malên xwe de ne. Di bajarê Hesekê de 42 dibistan hene tijî şênî ne."

Xalid Îbrahîm di dawiyê de got: "Ji dîroka 9`ê Cotmehê ve av li ser bajarê Hesekê qut bûye ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a bajarê Serêkaniyê kir hedef."

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye  "Kaniya Xwînê".

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne