Esed: Emê li her derê bersivê bidin êrîşên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309504-esed_emê_li_her_derê_bersivê_bidin_êrîşên_tirkiyê
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed diyar kir ku ew ê li her devera Sûriyê bersiva êrîşkariya Rejîma Tirkiyê bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 08:39 Asia/Tehran
  • Esed: Emê li her derê bersivê bidin êrîşên Tirkiyê

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed diyar kir ku ew ê li her devera Sûriyê bersiva êrîşkariya Rejîma Tirkiyê bidin.

Serokomê Sûriyê Beşar Esed derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî. Esed diyar kir ku ew ê li her devera Sûriyê bersivê bidin êrîşkariya Tirkiyê.

Li gorî nûçeya SANA’yê Esed destnîşan kir ku êrîşkariya rêjîma Erdogan ya li dijî Sûriyê tevî hemû dirûşmeyên derew, bi awayekî eşkere dagirkerî ye. Esed wiha gotina xwe dewam kir. “Sûriye bi rêya lêdana wekîl û terorîstên rêjîma Erdogan bersivê dide vê dagirkeriyê. Wê li hemû herêmên Sûriyê bi awayekî rewa bersiva êrîşan bide.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî diyar kir ku dewleta Tirkiyê rewşa xwe ya garantoriyê ya di çarçoveya Astanayê de winda kiriye û nerazîbûn nîşanî ‘daxwazên belavbûn û berfirehbûna Tirkiyê’ da.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANAyê çavkaniyeke Wezareta Karên Derve ya Sûriyê diyar kiriye  “Ligel ku di warê navneteweyî de hatiye şermezarkirin jî rejîma Erdogan li hemberî Sûriyê êrîşkar e.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê diyar kir, “Rejîma Tirkiyê her cure alîkarî û piştgiriyê dide komên terorîst û hewldanên çareserkirina krîza Sûriyê jî hildiweşîne.”

Heman çavkaniyê got, “Ji ber ku ev êrîşkariya dewleta Tirkiyê li dijî biryarên Astanayê ye, garantoriya wê ya di çarçoveya Astanayê de hatiye sekinandin.”

Rayedarê wezaretê diyar kir ku ew êrîşkariya Tirkan red dikin û got, “Hemû Sûriyeyî li hemberî êrîşkariya Tirkiyê di bin aleke neteweyî, ax û gel bûne yek