Lavrov: Mesleeya Kurdên Sûrîyê bi rêya muzakireya Kurdan û Şamê dê bê çareserkirinê
Wezîrê Karên Derve yê Ûrêstê amajeyî meseleya Kurdên Sûrîyê kir û ragihand: Mesleeya Kurdên Sûrîyê bi rêya muzakireya Kurdan û Şamê dê bê çareserkirinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Wezîrê Karên Derve yê Ûrêstê Sergey Lavrov di axavtinekê de amajeyî meseleya Kurdên Sûrîyê kir û got: Meseleya Kurdên Sûrîyê divê di çarçova parastina yekperçetîya axê û serwerîya Sûrîyê de bê çareserkirinê. Em di vî warî de ser vê bawerê ne ku meseleya Kurdan bi muzakireya rêvebirên Kurd digel hikûmeta rewa ya Sûrîyê li Şamê dê bi rêyên gotûbêj û muzakirê bê çareserkirinê.
Lavrov herwiha got: Em pişta wê demajoya muzakireyê digirin ku bilî dabînkirina yekperçetîya ax ûserwerîya Sûrîyê, bikare dilgiranîyên ewlehîyê yên Tirkîyê ji holê rake. Lewma em amade ne di warê cihanîna Rêketinama Adana-1998`ê de hevkarîyê bikin.Em dê jibo vî karî jî hewil bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Ûrêstê derbarê lihevkirina vê dawîyê ya Amerîka û Tirkîyê têkildarî êrişa Artêşa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê de jî got: Em dilgiranîyên rewa yên Tirkîyê derbarê sînorên wî welatî de têdigehejin û wan rewa dizanin. Lewma hewil didin ku Rêketinama Adana-1998`ê were cihanînê. Ser vî esasî armanca me danîna têkilîyê di navbera alîyên wê rêketinameyê jibo cihanîna wê ye.