Kuştina bi işkencekirinê, revandin û istandina xeracê ji welatîyên Kurd li Efrînê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309475-kuştina_bi_işkencekirinê_revandin_û_istandina_xeracê_ji_welatîyên_kurd_li_efrînê_didome
33 kes ji welatîyên Kurd ên Efrînê di encama işkenceya di girtîgehên têrorîstên ser bi Enqerê da canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2019 08:21 Asia/Tehran
  • Kuştina bi işkencekirinê, revandin û istandina xeracê ji welatîyên Kurd li Efrînê didome

33 kes ji welatîyên Kurd ên Efrînê di encama işkenceya di girtîgehên têrorîstên ser bi Enqerê da canê xwe ji dest dan.

Hevgavê êrişên Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê ser bakur û rojhilata Sûrîyê, binpêkarîyên komên çete yên ser bi Enqerê li Efrînê bi girtina bê heger, istandina bacê, dizî û şêlandin û kuştinê jî zêde bûne.

Ligorî gotina niştecihên Efrînê ew binpêkarî û tawan bi destpêûna dubare ya êrişa Tirkîyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê zêde bûne bi awayekî ku Koma Teyrên Bakur azirandina xelkê sivîl li devera Bilbilê didomîne.

Ligorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkarîyên li bakura Sûrîyê, 33 kesan di encama işkencedîtina di zîndanên komên çete yên ser bi Tirkîyê da canê xwe ji dest dane, herwiha wan komên çete ji meha Adara sala 2018`an ve 5576 kes girtine ku 611 kes ji wan tûşî işkence û azirandinê bûne.

Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê di 18`ê Adara sala 2018`an de herêma Efrînê dagir kirin.