NY: Ji ber êrişa Tirkîyê zêde ji 16 hezar sûrî aware bûne
Çirî 19, 2019 07:48 Asia/Tehran
NY ragihand ku di encama êrişên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê de zêde ji 16 hezar kes aware bûne.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY Stêfan Ducarîk ragihand ku ligorî rapor û amarên herîdawîyê yên vê sazîya navnetewî hema 16 hezar û 200 kes li bakura Heleb û Minbicê nêzîkî sînorî Sûrîye û Tirkîyê aware bûne.
Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY derbarê girtîyên DAIŞ`î yên li kempên bakura rojhilata Sûrîyê de jî got ku niha hin muzakire di navbera welatên cîhanê derbarê vegerandina welatîyên xwe ku tevlî koma têrorîst a DAIŞ`ê bibûn û muhakimekirina dadperweran ya wan hene.