Erdogan û Trump bi telefonê derbarê Sûrîyê de gotûbêj kirin
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan bi telefonê derbarê damezirandina ``navça aram`` li bakura Sûrîyê de gotûbêj kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di wê gotûbêja telefonî digel Serokomarê Amerîkayê Donald Trump de ku şeva buhurî pêk hat, derbarê qaşo dewama hewildanên hevpar jibo pêkanîna aştî, istiqrar û ewlehîyê li herêmê hêvîdarîya xwe dîyar kir.
Donald Trump jî li Twîtterê nivîsî: Erdogan ji wî re gotiye, ‘êrişên nîşanger û bi guleyên hewanan hene’ û ragihand, “Gelek dixwaze navberê bide operasyonê û em ligel hev kar bikin.”
Derbarê vegerandina çekdarên DAIŞê yên di destê HSDê de jî Trump got, “Welatên Ewropayê yekem car e qebûl dikin ku çekdarên DAIŞê yên welatiyên xwe werbigirin lê ev piştî wê hat ku me hemû girtine. Lê dîsa jî ev nûçeyeke baş e.”
Şandên Amerîka û Tirkiyê roja Pêncşemê li Enqerê civiyan û piştî wê herdu aliyan aşkere kirin ku wan li hev kirine û dê êrişa Tirkiyê bo heyama 120 demjimêran bê rawestandin.
Herwiha li gor rêkeftina herdu aliyan pêwîst bû duh ji demjimêr 22.00an agirbest cih bihata, lêbelê li gor zanyariyên ji navçeyê tên îro jî bombebarana firokeyên Tirkiyê û herwiha êrişên grûpên çekdar taybet jî li devera Serêkaniyê hatin domandinê.