Bişar Esed: Hêzên ketine bakura SÛrîyê, dagirker in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309463-bişar_esed_hêzên_ketine_bakura_sÛrîyê_dagirker_in
Serokomarê SÛrîyê hêzên ku ketine bakura wî welatî ``dagirker`` bi nav kirin û pêgirî ser pêwîstîya derketina wan ji axa Sûrîyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2019 05:22 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Hêzên ketine bakura SÛrîyê, dagirker in

Serokomarê SÛrîyê hêzên ku ketine bakura wî welatî ``dagirker`` bi nav kirin û pêgirî ser pêwîstîya derketina wan ji axa Sûrîyê kir.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hikûmeta Sûrîyê (SANA), Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed şeva buhurî di hevdîtina digel Nunerê Taybet ê Serokomarê Ûrsêtê di Karên Sûrîyê de Alexander Lavrentiev û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê di Karên Rojhilata Navîn de Sergey Vershinin li Şamê de got: Di qonaxa nika de divê giranîya karê xwe bidin ser rawestandina dagirkerîya Tirkîyê û derketina hemî hêzên tirkîyeyî û amerîkî û wan hêzana ku bi awayekî neqanûnî li Sûrîyê bi cih bûne.

Esed herwiha got: Hêzên bîyanî ligorî isûl û menşûrên navnetewî ``dagirker`` in û gelê Sûrîyê mafê xwe heye bi hemî emrazan himberî wan bisekine.

Nunerê Taybet ê Serokomarê Ûrsêtê di Karên Sûrîyê de Alexander Lavrentiev û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê di Karên Rojhilata Navîn de Sergey Vershinin jî di wê hevdîtinê de bi ragihandina piştgirîya ji serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê pêgirî kirin: Moskow dijî her pêngava binpêkirina wê serwerîyê ye. 

Desteya ûris herwiha ragihand: Divê şaneyên mayî yên têrorîsmê li Sûrîyê bên jinavbirinê û deverên vî welatî nemaze yên sînorî bên istandin.