Moskow: Divê Şam kontrola sînorên Sûrîye û Tirkîyê bigire destê xwe
Çirî 17, 2019 14:08 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê ragihand ku divê Şam kontrola sînorên Sûrîye û Tirkîyê bigire destê xwe.
Ligorî rapora Kanala Rusia Al Yewmê Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê Marya Zaxarovayê herwiha got: Dijwarbûna pevçûnan li bakura Sûrîyê nabe sazişa sîyasî rawestîne û Moskow jibo dameziandina Komîteya Destûra Bingehîn ya ji dêstî were dike.
Zaxarovayê got: Moskow dê ji lihevkirina Şamê û Kurdan pêşwazîyê bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê herwiha pêgirî kir: Divê Şam kontrola sînorên Sûrîye û Tirkîyê bigire destê xwe.