Serêkanîyê hatîye dorpêçkirinê û di bin bombebarana giran da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309410-serêkanîyê_hatîye_dorpêçkirinê_û_di_bin_bombebarana_giran_da_ye
Desteya Tenduristîyê û berpirsên Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê hişyarî dan ku Serêkanîyê hatîye dorpêçkirinê û di bin topbarana giran da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 11:39 Asia/Tehran
  • Serêkanîyê hatîye dorpêçkirinê û di bin bombebarana giran da ye

Desteya Tenduristîyê û berpirsên Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê hişyarî dan ku Serêkanîyê hatîye dorpêçkirinê û di bin topbarana giran da ye.

Desteya Tenduristîyê ya herêma Cizîrê daxwaz ji sazîyên navnetewî kir ku êrişên Tirkîyê ser Serêkanîyê bidin sekinandinê ta ku ew bikaribin birîndaran veguhêzin û cesedan jî derxin. Endamê Desteya Kargêr a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl jî ragihand ku şarê Serêkanîyê hatîye dorpêçkirinê û xelkê wî şarî bê av, xwarek û ceryan di bin bombebaran û toparaneke giran da ye. Aldar Xelîl herwiha got: Ji ber dewama êrişên Tirkîyê ser nexweşxanan û navendên dermankirinê xetera candayîna welatîyên birîndar û ekîbên tenduristî û hawargiheştinê heye. Hejmarek nûçegîhanên li Serêkanîyê jî ragihandin ku Tirkîyê çeka qedexe ya Fosforî bi kar anîye û şervanan jî bersiva pirranîya êrişan dane.