Balafireke bê pîlot a Tirkîyê li Hesekê hat jordaxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309406-balafireke_bê_pîlot_a_tirkîyê_li_hesekê_hat_jordaxistinê
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku balafireke bê pîlot a Artêşa Tirkîyê li Hesekê hat jordaxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 08:45 Asia/Tehran
  • Balafireke bê pîlot a Tirkîyê li Hesekê hat jordaxistinê

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku balafireke bê pîlot a Artêşa Tirkîyê li Hesekê hat jordaxistinê.

Ligorî rapora çavkanîyên sûrî, ew balafira bê pîlot li devera Mucîberê li parêzgeha Hesekê hatîye jordaxistinê.

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşem 9`ê Cotmehê va bi mehneya "sekinîna li hemberî têrorîsmê" û "paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna mîlîtanên Kurd ku Enqere wan wek têrorîst bi nav dike, li ser fermana Erdoxanê Serokomarê vî welatî, dest bi êrişa zorbêjane ser bakurê Sûriyê kiriye.

Fuad Oktay Alîkarê Serokomarê Tirkiyê berêvariya Çarşemiyê piştî destpêbûna fermî ya opêrasyona qaşo bi navê "Kaniya Aştiyê" îdia kir ku armanca destdirêjiya Tirkiyê vegerandina aştiyê bo Sûriyê ye.

Ev êrişa bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî bûye.