Rawêjkara Esed: Sûrîyê tivdîrên pêwîst jibo sekinîna himberî dagirkerîya Tirkîyê kirine
Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê tevî pêşwazîya ji vekişîna hêzên amerîkî pêgirî kir: Sûrîyê tivdîrên pêwîst jibo sekinîna himberî dagirkerîya Tirkîyê kirine.
Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê Busêyna Şeibanê di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a Rusia Al Yewmê de got: Komên Kurd ji dewletê xwestin ku hibmerî dagirkerîya Tirkîyê bisekine.
Şeibanê herwiha got: Dewleta Sûrîyê ji vekişîna hêzên amerîkî ji wî welatî pêşwazîyê dike lê naxwaze hêzên Tirkîyê dewsa wan bigirin.
Wê herwiha got: Pirranîya kesên ku Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan wan birêve dibe, ser bi komên têrorîst û Cenhet ul Nusrê ne.
Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê herwiha dîyar kir: Rûsîye hez dike civîna ewlehîyê di navbera Tirkîye û Sûrîyê li şarê Soçî yê Ûrsêtê de were lidarxistinê.