Aldar Xelîl: Artêşa Tirkîyê digel DAIŞ`ê êrişî me dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309378-aldar_xelîl_artêşa_tirkîyê_digel_daiŞ_ê_êrişî_me_dike
Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) di axavtinekê de bal kişand ser opêrasyona hêzên Artêşa Tirkîyê li bakura Sûrîyê û got: "Tirkîye bi hemî DAIŞ`îyên ku piştî azadkirina Reqqa û Dêrezorê revîne deverên bakur û rojhilata Firatê êrişî me dike. "
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl: Artêşa Tirkîyê digel DAIŞ`ê êrişî me dike

Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) di axavtinekê de bal kişand ser opêrasyona hêzên Artêşa Tirkîyê li bakura Sûrîyê û got: "Tirkîye bi hemî DAIŞ`îyên ku piştî azadkirina Reqqa û Dêrezorê revîne deverên bakur û rojhilata Firatê êrişî me dike. "

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê êrişa hêzên Artêşa Tirkîyê û têrorîstên bi wan re ser bakura Sûrîyê de got: Artêşa Tirkîyê ku ji mêj va ye ku plankarî jibo dagirkirina deverên rojhilata Firatê dike, bi êrişan hewil dide vîna gel û hêzên çekdar ji nav bibe.

Ligorî vê raporê, Aldar Xelîl pêgirî kir ku destpêkirina êrişa Tirkîyê di roja 9`ê Cotmehê de gellekî watedar e. Bila hemî cîhan vê yekê baş bizane. Dewleta Tirkîyê bi tena serê xwe himberî me şêrr nake, belkî bi hemî DAIŞ`îyên ku piştî azadkirina Reqqa û Dêrezorê revîne deverên bakur û rojhilata Firatê êrişî me dike. Em himberî dewleta Tirkîyê ku careka din têrorîstên DAIŞ`î bi navên din anîne deverê şerê man û nemanê dikin. Em ê hêzên nasyar bi Ceyş ul Wetenî ku DAIŞ`î di nav de ne û Artêşa Tirkîyê têk bibin.

Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) amajeyî vê yekê kir ku Erdogan di qada sîyasî de tenê maye û got: Rewabûna opêrasyona Artêşa Tirkîyê li bakura Sûrîyê tineye, hîç dewletek têkildarî vê êrişê pişta Tirkîyê nagire.