Amerîka dîsanê hêzên xwe li bakurê Sûriyê bi cî dike
Çirî 16, 2019 04:45 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku careke din hêzên xwe li bakurê Sûriyê bi cî dike.
Li gorî rapora malpera Sibeyê, Kanala Hurreyê ji zarê ofîsa ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka careka din hêzên xwe li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê bi cî dike.
Hevdem roja Sêşemiyê berpirsekî payebilind ê Wezareta karên derve ya Amerîkayê aşkira kir ku welatê wî hejmareke çekdarên bitalûkje yên DAIŞê ji Sûriyê bo çend navçeyên nihênî veguhestine.
Wî amaje bi wê yekê kir ku veguhestina wan çekdaran ji ber tirsa Amerîkayê ji êrîşên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û bandora wê êrîşê ser revîna çekdarên girtî yên DAIŞê pêk hatiye.