Dilgiraniya Brîtnya û Firansayê ji operasyona eskerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê
Serokkomarê Firansayê û serokwezîrê Brîtanyayê tevî şêwirîna li bara operasyona eskerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê dilgiraniya xwe li bara wê raghandin.
Li gorî rapora Fars News`ê, nivîsgeha serokwezîrtiya Brîtanyayê ragahnd: Êmanoel Mekron serokkomarê Firansayê û Borîs Canson serokwezîrê Brîtanyayê îro sêşemiyê li gotûbêja telefonî ragahndin ku peywendiya nêzîk bi hev re li bara operasyona eskerî ya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê biparêzin.
Yekitiya Ewrûpayê her wiha piraniya welatên ewrûpî jî li rojên derbasbûyî bi êrişa eskerî ya Tirkiyê seer bakurê Sûriyê dijberî kiribûn.
Nivsîgeha mafên mirovan a NY jî ragahnd: Tirkiye divê li bara kiryarên neînsanî ku mîlîtanên ser bi vî welatî li Sûriyê kirine, lêkolînê bike.
Nivsîgeha mafên mirovan a NY ragahnd: Tirkiye ji babet lêkolîna ser îdamên ku mîlîtanên ser bi vî welatî li Sûriyê cih anîne, berpirsiyar e.