NY: Hêzên ser bi Tirkiyê ve tawanên cengê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309359-ny_hêzên_ser_bi_tirkiyê_ve_tawanên_cengê_dikin
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragahnd hêzên ser bi Tirkiyê ve, welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 14:38 Asia/Tehran
  • NY: Hêzên ser bi Tirkiyê ve tawanên cengê dikin

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragahnd hêzên ser bi Tirkiyê ve, welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.

Netewên Yekgirtî di raportekê de derbarê helwesta xwe ji êrîşa Tirkiyê li ser  kurdên Sûriyê da diyarkirin.

Netewên Yekgirtî di raportekê de amaje bi kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef kir û aşkere kir, çekdarên Ehrar El Şamê welatiyên sivîl li bakurê Sûriyê kuştine û belge û vîdyo jî li cem Netewên Yekgirtî hene.

Netewên Yekgirtî dibêje, tenê yek ji 9 kesên ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine, cilên leşkerî lê bûn. Kuştina Hevrîn Xelef û kesên din yên sivîl li dijî yasayên navdewletî ye û bi tawana cengê tê hejmaretin.

Roja 11ê Cotmehê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser riya navdewletî ya bajarê Qamişlo û 9 kesên din ji aliyê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve hat kuştin.