HSDê Serê Kaniyê û Til Helef bi temamî ji destê hêzên Tirkiyê derxist
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyê dije êrîşek li hember hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar (terorîst) li çend cihan encam dan û di encamê de bajarokê Til Helef ji kontrola hêzên Tirkiyê derxistin û navenda bajarê Serê Kaniyê jî bi temamî kontrol kirin.
Rûdawê li bakura Sûriyê ragihand, hêzên HSDê îro di êrîşekî de û piştî şerekî dijwar tevahiya navenda bajarê Serê Kaniyê kontrol kirin û ew cihên ku ketibûne destê hêzên Tirkiyê, ji destê wan derxistin.
Piştî şer û pevçûnên dijwar hêzên HSDê herwiha bajarokê Til Helef ê ser bi Serê Kaniyê ve bi temamî ji destê hêzên Tirkiyê derxistin. Rûdawê herwiiha ragihand ku li derdora Serê Kaniyê û Til Helefê şer û pevçûn hîn berdewam in.
Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan ya ser bi dijberên Sûriyê jî ragihand ku hêzên HSDê êrîşeke berovajî li herdu mihwerên Til Helef û Menacîr ên ser bi Serê Kaniyê ve dest pê kirin û çend cih li wan herdu mihweran ji destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî derxistin.
Herwiha çavkaniyên xwecihî yên ku ji pêşhateyên meydanî yên deverê agahdarin, piştrast dikin, ku di wê êrîşê de hêzên HSDê bajarokê Til Helef ji destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derxistine.
Ji bilî Til Helef hêzên HSD çend xal û cihên ku berê ji dest dabûn jî, careke din kontrol kirine.
Rewangeha Mafên Mirovan ya ser bi dijberên Sûriyê herwiha ragihandiye ku di encama wê dije-êrîşê de, HSDê tevahiya bajarê Serê Kaniyê kontrol kiriye û hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar niha tenê li deriyê sînorî yê Serê Kaniyê ne.
Ajansa ANHA ya kurdên Sûriyê jî ragihandiye ku şerekî diwar li Serê Kaniyê di navbera hêzên HSDê û hêzên Tirkiyê de çêbûye.
Li gor vê çavkaniyê, hêzên Tirkiyê li du mihwerên rojhilat û rojavayê bajêr êrîşên dijwar anîne ser Serê Kaniyê û bi çekên giran şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de derket.