Çekdarên DAIŞê agir berdan kampa xwe li Eyn Îsa û jê reviyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309346-Çekdarên_daiŞê_agir_berdan_kampa_xwe_li_eyn_Îsa_û_jê_reviyan
Êrişên dewleta Tirkiyê ji bo koma terorîst a DAIŞê derfeteke baş çêkiriye, di vê çarçovê de çekdarên DAIŞê li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê agir berdan kampa ku tê de diman û jê reviyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 12:02 Asia/Tehran
  • Çekdarên DAIŞê agir berdan kampa xwe li Eyn Îsa û jê reviyan

Êrişên dewleta Tirkiyê ji bo koma terorîst a DAIŞê derfeteke baş çêkiriye, di vê çarçovê de çekdarên DAIŞê li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê agir berdan kampa ku tê de diman û jê reviyan.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê dane zanîn, terorîstên DAIŞê û malbatên wan yên ku di kampa Eyn Îsa de girtî ne, agir berdane kampê û paşê ji kampê reviyane.

Beriya niha jî bi sedan endamên DAIŞê bi alîkariya artêşa Tirkiyê û terorîstên alîgirên Tirkiyê ji wê kampê reviyabûn. Hinek ji wan ji aliyê şervanên HSDê ve hatibûn girtin lê yên din xwe xilas kiribûn.

Piştî ku Tirkiyê êrişî herêmên kurdî li bakura Sûriyê kir, berpirsên HSDê ragihandin, ew êdî nikarin kamp û girtiyên DAIŞê biparêzin.

7 kampên DAIŞê di bin çavdêriya HSDê de hene ku herî kêm 12 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne.