SANA: Artêşa Sûriyê derbasî navenda Minbicê bû
Ajansa fermî ya Sûriyê ya bi navê SANAyê ragihand ku artêşa Sûriyê derbasî navenda navçeya Minbicê bû.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê aşkere kir ku di çarçoveya rêkevtina di navbera Şam û kurdên vî welatî de hêzên artêşa Sûriyê derbasî nav Minbicê bûne.
Peyamnêra Rûdawê jî ragihand ku hêzên Amerîkî destpêkirine ku hêzên xwe ji Minbicê vekişînin.
Di demeke ku êrişên Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi dewleta tirk berdewam dikin, bi çavdêrî û navbeynkariya Rûsyayê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyê gihiştin rêkeftinekê û di çarçoveya wê rêkeftinê de hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve derengiya şeva ber bi bajarên Minbic, Qamişlo û Til Temirê rêketibûn.
Duh Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê aşkere kiribû ku ew dê serbazên xwe yên li herêmên kurdên Sûriyê vekişînin û piştî vê daxuyaniyê binkeya hêzên amerîkî ya li Kobaniyê hatibû valakirin.